Operasyona artêşa Sûriyê ber bi Ebûzihûr ji mêhwerên sê parêzgehan didome
Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê ji mêîhwerên sê parêzgehên Idlib, Hemah û Helebê li halê pêşdebirina operasyonê, jibo gihêştina bo balefirgeha eskerî ya Ebûzihûrê ne.
Li gorî rapora Fars News`ê, amadetiya bereya El-Nusre û endamên hevpeymanê wê li bakurê rojava Sûriyê pêşiya pêşdeçûna stratejîk a artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê li Rîfên sê parêzgehên Idlib û Hema û Helebê negirtiye.
Çavkaniyeke nûçan ji rojnama El-Wetena Sûriyê re got ku hêzên Bereya Berxwedanê ji bajaroka Tel Zemanê li Rîfa başûrê Helebê, mêhwereka operasyonê ya ber bi balefirgeha eskerî ya Ebzihûrê destpê kirine.
Artêşa Sûriyê du rojan piştî azadkirina Tel Zemanê û dabînkirina ewlehiya gundên ku li rojhilata riya ber bi Xenaserê operasyone ber bi bilibdahiyên stratejîk a Tel Şehîdê destpê kiriye.
Tel Şehîd 12 km an ji balefirgeha Ebûzhûrê dûr e.
Artêşa Sûriyê pêşdeçûna xwe ji aliyê van bilindahiyan domand û şeva buhurî karî ku kontrola beşa rojhilat û başûrê bajaroka Ewînatê bigire destê xwe.
Li gorî ragihandina vê çavkaniyê, artêşa Sûriyê ji aliyê bakur dê operasyona xwe ber bi Ebûzihûrê bidomîne û ger pêşdeçûna wê were domandin, ev balefirgeha ji aliyê bakur û başrê rojava dê were dorpêçkirin.
Hêzên berxwedanê li Rîfa bakurê rojhilata parêzgeha Hemahê jî karîn ku kontrola gundê Tefahe û bilindahiyên ser bi gundên El-Sekriyê, Ebû Kehf û Enîq Bacirê bigrin destê xwe.