Artêşa Sûriyê navça Tel Elûzê rizgar kirin
Hêzên artêşa Sûriyê navça Tel Elûzê rizgar kirin û hejmarek ji terorîstên bereya El-Nusreyê kuştin.
Hin yekînên artêşa Sûriyê navça Tel Elûzê li derdora başûrê Helebê azad kirin. Eva li halekê ye ku komên terorîstî li xwe mukir hatin ku yek ji serkirdeyên herî bi nav û deng ê bereya El-Nusre hatiye kuştin.
Piştî azadiya Tel Elozê, hin yekînên din ên artêşa Sûriyê destxwe ev navçeya tam paqij kirin û dest bi şopandina terorîstên işkestxwarî û revyayî yên komên tekfîrî kirin û karîn ku gelek ji wan bikujin û kelûmelên wan têk bibin.
Komên terorîstî li rûpelên xwe di torên înternetê de li xwe mukir hatin ku EtiyeUllah yek ji serkirdeyên koma terorîstî ya bereya El-Nusre û berpirsê ekereî yê vê komê li navça Helebê hatiye kuştin.
Hêzên artêşa Sûriyê her wiha li dehan gundên navçên navbera derdorên Hemayê, Helebê û Idlibê terorîst dorpêç kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)