Emîr-Ebdullahiyan: Tu cure nermatî, muzakire û reform li rêketinnama navokî cih neyê
Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî bal kişand ser vê yekê ku tu cure nermatî, muzakire, tedîl û reformek li rêketinama navokî cih nayê û destnîşan kir: Ev stratejiya Komara Îslamî ya Îranê stratejiyeka hûr û kûr e.
Li gorî rapora ISNAyê, Husêyn Emîr Ebdullahiyan, roja duşemiyê li gotûbêja radyoyî, balkişand ser vê yekê ku bêsoziyên Emerîkayê li bara rêketinnam navokî neguherîe û got: v bêsozî dê dûhatên xwe li hemî refatrên navneteweyî û siyasî yên Emerîkayê hebe.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî li bara kiryara muhtemel a serokkomarê Emerîkayê li piştrastnekirina rêketinnama navokî û gefa derketina Waşengtonê ji vê hevhatina navokî, got: Emerîka di 100 rojên mayî yên derfeta xwe hewl dide ku tev hin hevpeymanên xwe yên ewrûpî li hev bike û ev hevhatina dê li bara mijara nvokî nebe belkî ser mijarên nenavokî ne.
Donald Trump, 12 Çillê rawestandina boykotên navokî yên Îranê domand lê hin şertên mîna guhertina naveroka rêketinnama navokî, îmkana seredana navendên eskerî û boykota mûşekî ya Îranê jibo xweyîrina welatê xwe nav rêktinnama navokî raghandin û got: Ger kongire û Ewrûpa van şertana cih neynin êdî rawestandina boykotan dirêj nake û dê ji rêketinnama navokî derkeve.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî her wiha bal kişand ser vê yekê ku li rêketinnama navokî hin sûd û berjewendî ji bo ewrûpiyan hatine kivşkirin û got: Ewrûpî hewl didin bi şêwaza xwe ya nerm rêketinnama navokî di astekê de xweyî bikin lê nihêrîna Emerîka û Ewûpayê li bara hêza navokî, mûşekî û hêza berevaniya Îranê hevpar. (BANGÊ ÎSLÂMİ)