ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Trump ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 de pir aciz e

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser nerazîbûna serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 de û got: Trump bi dû rêyekê ye bona jinavbirina vê rêketinê.

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya televîzyonî bal kişand ser viya ku Amerîka sozên xwe yên li gor rêketina navokî bin pê dike û got: Ev helwêst û siyasetên Trump dihat pêşbînîkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Îranê qet hêviya niyeta baş a Amerîka li hemberî rêketina navokî tunebû.

Lihevkirina Navokî li Tîrmeha 2015`an di navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên koma 5+1`ê de anku pênc endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê yanê wekî Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanyayê zêdeyî welatê Almanyayê, ji 16`ê meha Çileya sala 2016`an ve bi cih hat.

Li halê ku dewleta Amerîka hîn jî dijayetiya xwe li hemberî vê rêketina navnetewî didomîne, welatên ewrûpî yên ku ev rêketina navokî îmza kirine neyarê van cure siyasertên Amerîkayê ne.

Zerîf herwisa bal kişande ser vê yekê ku palpiştiya nizama Îranê tenê gelê Îranê bi xwe bûye destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê welatê herî êmin li navçê ye.

Zerîf bal kişande ser neêminiyên welatên navçê û got: Li bara dabînkirina ewlehiyê du nêhrîn hene, nêhrînek ku Îranê bawerî bi wê heye evaye ku ewlehiya her welatek li nav her welatek û li ser sandiqên dengdanê dabîn dibe û nêhrînek jî hindek ji welatên navçê hene û ewna bawerin ku pêwîste ewlehiya her welatek ji derve bê dabînkirin.

Zerîf bal kişande ser şaşitiyên Erebistanê li navçê ji wan xebata bona çêkirina neêminiyê û piştevaniya ji grûpên terorîstî û got: Erebistan bi fermanên şaş ketiye navçê.

Zerîf bal kişande ser siyasetên bi dijminatî yên Erebistanê li hemberî welatên navçê ji wan Yemen`ê û ragihand van cure siyasetan xîncî viya ku nîfreta ji Riyazê li navçê pirtir bike tu desthatekî xwe tune.

Başa dön tuşu