Rûhanî: Ger Emerîka li rêketinnama navokî soz û qirarên xwe binpê bike dê poşman bibe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku gengeşeya Emerîkayê piştî wajokirina rêketinnama navokî pêkenî ye û got: Nabe Emerîka siyasetê bi ticaretê re têkel bike û ger li warê rêketinnama navokî soz û qirarên xwe binpê bike, dê dewlet û gelê Emerîkayê poşman bibin.
Hesen Rûhanî roja şemiyê nava koma lêkol û ramawerên saziya ORFê ya Hindistanê li Dêhliyê nû bal kişand ser vê yekê ku Emerîka ne bi Îranê û ne bi rêketinnama navokî, belkî bi binpêkikrina soz û qirarên xwe û raya giştî rûbirû ye û got: Rêketinnama navokî berpirsiyariya 7 welatan û ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY ve hatiye piştrastkirin û li gor çanda Îslamî û îranî, heya rêketinnama navokî binpê nekin , Dê Têhran wê binpê neke.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku piraniya meseleyên tal ên cîhanê ji ber şaştiya li muhasibeyê ne û got: şaşitiya muhasibatî û cihneanîna soz û qiraran ji hegerên sereke yên siyasetên bi dijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê ne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku mirovahî bi hezaran sal rastî pirsgirêkên mîna terorîzm û şîdetê hatiye û destnîşan kir: DAIŞ amûreka baş ji bo Emerîkayê bû û ger pêdivî be dê hegerên wê ji cîhanê re werin hilêxistinê.
Rûhanî her wiha destnîşan kir: Emerîka bêyî îzna KOnseya EWlehiyê ay NY êriş kir ser Iarqê, destdirêjiay ser axa Sûriyê kir û li navçê jî mudaxilê dike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku siyasetvanên cîhanê ger exalaqa wan tine herîkêm bila derewan li gelê xwe nekin û destnîşan kir: Siyaset bêyî exlaq û bi bêsoziyê nikare pirsgirêkên cîhanê çareser bike.
Saziya lêkolînê ya Observer`ê nasiyar bi ORF ê ji ber sekinîna ser meselên giring ên cîhanî û behrewergirtina ji beşadriya karzanan bi nav û deng û beşadriya siyasetvanên bi nav û deng, pir nav û dengê xwe heye.
Rûhanî ku pêncşemiya heftiya buhurî ji bo sefereka sê rojî çûbû Hindistanê piştî du rojan mayîna li Heyderabadê, îniyê şevê gihêşt Dêhliyênû û vê sibê ji aliyê serokkomar û serokwezîrê Hindistanê hat pêşewazîkirin.