Koma Taybet a Pêngava malî (FATF) ragihand ku rawestandina cihgirtina Îranê li lîsteya reş a vê komê heta çar mehên din dirêj kiriye.
Koma Taybet a Pêngava malî (FATF) ku yek ji rêxistinên çavdêr li ser kiryarên malî yên Îranê piştî wajokirina Lihevkirina Navokî bûye, ragihand ku dewleta Îranê Pêşnivîsa qanûna têkoşîna li dijî Diravşûştinê (Neçêbikaranînadirêv) raberî parlimana vî welatî kiriye û FATF li benda encama vê kiryarê ye.
Koma Taybet a Pêngava malî (FATF) hilkolandina li ser darêştina qanûnên têkoşîna li dijî diravşûştinê li bazarên cûrbicûr ên malî li seranserî cîhanê û ragihandina encama wê li civînên dewreyî bo welatên endam girtiye ser milê xwe.
Welatên endamê Koma G7ê, Koma Taybet a Pêngava malî (FATF) wek rêxistineka seradewletî di sala 1989an da damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)