CîhanEwropaNûçe

Koreya bakur: Boykotên Emerîkayê tê hesabê, şêr û  gêreyê dikşîne navçeyê.

Koreya bakurî ragihand: Boykotên Donald Trump, serokomarê Emerîkayê li dijî Piyon Yangê tê wateya raghandina şêr.

 Ajansa  fermî ya  Koreya bakurî  ya roja  yekşemiyê ji zarê berdevkê Wezareta Karên derve ya vî welatî ku navê  wî nehatiye eşkerekirin, hişyarî da: Her cure  destdirêjî bi aml û heyiotiyên  Koreya bakurî û dorpêçkirina  gemiyên  vî welatî bi îstifada xirab ji  boykotên  Emerîkayê  li gor bawera  Piyong Yang  tê wateya îlana şêr.

Rayedarê Wezareta karên derev ya  Koreya bakurî destnîşan kir: Emerîka bi boykotên  nû yên xwe ku li gor  îdiaya  pir kesan, boykotên herî giran li dijî Piyong Yang tê hesabê, şêr û  gêreyê dikşîne navçeyê.

Vî berdevkî , Emerîka,  berpirsê dûhatên diltezîn ên  her cure pevçûna  li nîvgiravê da zanîn û got:Bi hebûna qaweta eskerî ya navokî ye ku Koreya bakurî dikare  li hember hgefên  Emerîkayê raweste.

Serokkomarê Emerîkayê  heftiya buhurî lîsteyek ji boykotan raghand ku 50 kompanî  ji Koreya bakurî û Çîn û çend welatan  digre ber xwe.

Başa dön tuşu