Qasimî: Geştên esmanî yên Îranê bo welatên cîhanê bêyî tu pirsgirêkekê didomin
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hemî geştên esmanî yên Îranê bo balefirêgehên navneteweyî ji wan li Ewrûpayê bêyî tu pirsgirêkekê û her roj cih tên.
Behram Qasimî, roja çarşemiyê wek berteka li hember weşandina nûça derketina pisgirêkê li gîhandina ardûyê bo balefira hilgirê wezîrê karên derve yê Îranê li Monîxê got: Ev meseleya ne tişteke giring û balkêş bû, belkî ji ber kurtbûna sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo Monîxê û kêmbûna dema Muhemed Cewad Zerîf bo sefera Moskowayê,şîrketên gîhandian ardûyê li balefirgeha Monîxê rastî hin şik û guman û sistiyên nejdil hatin.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ji bo girtina pêşiya pêkhatina pirsgirêkê li sefera taxima îranî bo Rûsiyê û amadebûna wezîrê karên derve yê Îranê li civîna ramangeha Waldayê li Moskowayê, bi şopandinên cihhatî û hewahengiya Wezareta Karên derve ya Almanyayê, bi çareserkirina pirsgirêkên ku pêk hatibûn, gîhandina ardûyê bo balefira taxima îranî cih hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)