NûçeRojhilatanavinSûriye
Artêşa Sûrîyê bajarokên Sebqa û Hemûrîyê yê Xûteya Rojhilatê bindest kirin
Hêzên artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûna xwe li Xûteya Rojhilatê Şamê 2 bajarokên din xistin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, artêşa Sûrîyê duh karî bajarokên Sebqa û Hemûrîyê li vê deverê ji lepên têrorîstan azad bike.
Hêzên artêşa Sûrîyê berî vîya jî piştî pevçûneke giran li hemberî têrorîstên li Xûteya Rojhilatê bajarokê Mihemedîyê li rojavaya navça Beyt Nayimê xistin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)