Madrîd pêşîvanên Katalanan xist zîndanê
Beyana serxwebûna Katalanya ya di meha cotmehê de, rêvebiriya Îspanyayê aciz dike û hêrsa Madrîdê danayne. Pêşîvanên ku derketin derveyê welat ji wan re biryara girtina navdewletî derxistin. Ji bilî yên di zîndanê de, ji 5 pêşîvanên dinê re jî biryara girtinê derxistin.
Xelkê Katalanya daketin kolanan û bi polîs re şer kirin. Li dora 20 kes birîndar bûn. Dadgeha Bilind ya Madrîda Îspanyayê ji rêvebiriya Katalan ya otonom 25 pêşîvanan bi tohmeta “serhildan, bê îtaatiya ji dewletê re û pere xwarinê” biryara darizandina wan da.
Eger sûcên wan li ser wan îsbat bibe, dikarin heya 30 salî ceza bidin wan. Rêya serbestberdana wan ya bi kefaletê hate girtin. Madrîd nahêle ku serokê meclisa Katalanan bê bijartin û di şûna rêvebiriya wan de qeyyûm hat tayînkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ)