Moleta yek rojî ya artêşa Sûriyê bo terorîstan ji bo derketina ji Xûteya rojhilat
Artêşa Sûriyê heya sibê şemiyê molet da kesên çekdar nasiya bi Cêyş Ul-Îslamê ku ji aliyê Erebistanê ve piştgirî dibin ku ji navça Dûmayê li Xûteya Rojhilatê derkevin.
Li go rî rapora roja îniyê ya Al-Alamê, artêşa Sûriyê li çend sietên buhurî , şeşem koma kesên çekdar û malbatên wan ji Xûteya Şamê derxistin û guhestin Idlibê li bakurê Sûriyê.
Duh berêvarê jî 89 ûtûbûsên hilgirê 5290 kesan ji wan 1374 endamên çekdar bin çavdêriya Hîva Sor a Sûriyê ji Erebînê, Eyn Tarma, Cobir û Zemilkayê li Xûteya rojhilatê ji riya derbasgeha Erebînê berê xwe dan Idlibê li bakurê Sûriyê.
Di eynî demê de, artêşa Sûriyê li du rojên buhurî herîkêm 28 kes ji kontrola komên terorîstî li Erebînê azad kirine.
SANA Newsê destnîşan kir: Pêvajoya derxistna kesên çekadr û malbatên wan ji Cubirê, Zemlikayê, Erebînê û Eyn Tarmayê heya dema valakirina tam a van navçana ji hemî paşmayiyên komên çekdar û vegeryana saziyên dewletî didome.
Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî raghand: 6432 kesên çekdar û malbatên wan bi 102 ûtûbûsan roja sêşemiyê, navça Hey Cubirê û bajarokên Erebîn û Zemlikayê û Eyn Tarmayê terikandin û ji bo valakirina xellkê Dûmayê derbasgeha kampa El-Wafidînêtê xebitandin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û hin welatên rojava û ereb ji bo guhertina muadileyên navçeyî ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû, lê ev hewldan ji ber piştgiriya gelanî û bereya berxwedanê bêencam mane.