Çar sivîlên yemenî li encama êrişa hewayî ya siûdiyan hatin kuştin
Çar kesên sivîl ji wan du jin û zarokek li encama êrişa balefirên cengê yên Erebistanê ser parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, û ji zarê kanala nûçana El-Mesîrê,balefirên cengê yên siûdiyan îro malek li navça Qafirê li bajarê El-Zahirê li Sedeyê dan ber êrişan ku li encama wê sê kes ji wan jin û zarokek hatin kuştin.
Îro her wiha li encama êrişa balefirên cengê yên siûdî ser maleke navça El-Neqaşê li vê parêzgehê, jinek hat kuştin.
Li encama êrişa hewyî ya duh a ERebistanê ser bajarê Sedeyê jî çar jin, du zarok hati kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Balefirên siûdî êriş kirin ser trimbêla hilgirê van kesana ku li halê vegeryana ji dawetkê bûn.
Erebistan tev hin welatên ereb ji wan Îmarat ji sê salan berî niha ve bi mehna vegerandina Ebd Rebbê Mensûr hadî, serokkomarê îstifakirî yê Yemenê, dest bi destdirêjiya eskerî û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kir.
Li encama vê destdirêjiyê heya niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes ji welatiyên yemenî aware bûne û binavahiyên vî welatî kavil bûne.