ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Dotina Riyazê didome

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî a Îranê got: Dotina Erebistanê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê va bêyî rawestan didome.

 Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê çarşemiyê şevê li bara şerta mayîna  eskerên emerîkî li Sûriyê di twîtera xwe de nivîsî: serokkomarê Emerîkayê daxwaza çar milyar dular ên din ji alîgirên  aborî  yên DAIŞ`ê daxwaz kiriye  ku mayîna  hêzên emerîkî li Sûriyê bidome.

Wezîrê karên derev yê Îranê diyar kir: Ev kar bi armanca berûvajîkirina destkewt û serkeftinên li hember zêdegavên terorîst û lawazkirina  yekitiya neteweyî ya Sûriyê cih tê.

Dopnald Trump ku vê dawiyê hez dike eskerên emerîkî ji Sûriyê derxîne, roja sêşemiyê, şerta cihneanîna  vî karî dabînkirina  xercên hêzên emerîkî li Sûriyê ji aliyê Erebistanê va da aznîn.

Di heman demê de koşka Sipî raghand: Erkdariya eskerî ya Emerîkayê jibo jinavbirina DAIŞê  destxwe  li halê kutabûnê ye û DAIŞ tam li Sûriyê ji nav çûye.

Rayedarekî pilebilind  ên Emerîkayê jî ku navê wê nehatiye ragihandin , raghand: Donald Trump li civîna  Konseya Ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê ku roja sêşemiyê hat lidarxistin mayîna  hêzên  emerîkî li Sûriyê bo mideheke kêm qebûl kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu