Depoya muhîmata DAIŞê li rojhilata Iraqê hat ditîn
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn yekî din ji depoyên çek û sîlehan yên endamê tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞê li bakurê rojhilata parêzgehê Diyala raqê keşf û zewt kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Waê, rayedarekî xwecihî li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê, îro li bara keşfkirina depoya çek û sîlehan ên rokêtên Katoşiyayê û kelûmelên cengê li bakurê rojhilata vê parêzgehê agahî da.
Li gorî vê raporê, Ednan El-Temîmî serokê Konseya xwecî ya navça El-Miqdadiyê li vê barê raghand ku hêzên ewlehiyê vê sibê li operasyonekê derbasî gundê Babelanê li bakurê rojhilata Diyalê bûn û karîn ku depoya nepenî yên çek û sîlehan û kelûmelên eskerî yên DAIŞê keşf û zewt kirin.
Li gorî gotina vê çavkaniyê, ev depoya çek û sîlehan ên rokêtên Katoşiyayê, hawanrêj, kamêrayên dîtina li şevê û hin kelûmelên din bû ku hêzên ewlehiyê ev hemîzewt kirin.
Li halekî ku hizûra Eskerî ya DAIŞ`ê li Iraqê kuta bûye lê hîn hin endamên ser bi vê komê bi awayê komên biçûk li hin navçên Iraqê de hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)