Şehîdek û 81 birîndar li duwem îniya meşa mezin a Mafê Vegeryanê
Li encama gulleavêtina nîşangirên siyonîst ser beşdaran li meşa mezin a Mafê Vegeryanê heya niha filistîniyek şehîd bûye û 81 kes jî birîndar bûne.
Bi hezaran kes ji filiatîniyên rûnitşyiê zîvala Gazayê û kêleka rojava ya çemê Urdinê, li duwem hefteya li dû hev, roja îniyê li navçeyên sînorî tev Filistîna dagirbûyî hazir bûn. Xelkê Filistînê ji îniya buhurî anku 30 Adarê va li roja erdê, meşa bi aşitî ya a Mafê Vegeryanê destpê kirine.
Wezareta tendrustiyê ya Filistînê li bara şehadeta filsitiniyekî li rojhilata Cebalyayê û birîndarbûna zêde ji 80 kesan ji ber gulleavêtian nîşangirên siyonîst li sînorê navbera zîvaal Gazayê û Filistîna dagirbûyî agahî da ku tê gotin halê pênc kes ji wan pir xirab e.
Ajansa filistînî ya Sefa“yê ragihand ku xwenîşanderan karîn ku ji fensên ewlehiyê li rojhilata Refehê li zîvala Gazayê derbas bibin.
Kanala Meyadînê ragihand ku xwenîaşnderên filistînî agir berdan alaya Emerîkayê û hin wêneyên Selman Bin Ebdulezîz, paşayê siûdî, Muhemed Bin Selman, welîehdê wî û Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonsîtî.
Artêaş Rejîam siyonîstî bi îdiaya vê yekê ku bi sedan filistînî li sînorê Gazayê bi eskerên wan re ketine pevçûnê, ev navçe weke navça qedexe ya eskerî ragihand.
Hejmara şehîdên “Meşa mezin a Mafê Vegeriyanê“ li saya bêtevgerî, nehêjatî û sersariya rêxistinên navçeyî û navneteweyî heya niha gihêştiye 24 kesî.