Buseyna Şeban: Rejîma Siûdî ji sala 2011`an ve bi Sûriyê re şêr dike, mîna hin rejîmên din di rêza dagirkirên siyonîst de ne
Buseyna Şeban, şêwirmenda çapemeniyê ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê, wek berteka li hember êrişa muhtmel ên Emerîkayê ser Sûriyê, muadileyên pevçûna pêşerojê, ser qezanca Sûriyê dan zanînê
Buseyna Şeban roja çarşemiyê li gotûbêja bi kanala televîayonî ya libnanî ya Meyadînê re, amadetiya Sûriyê ji bo rawestana li ber her cure êrişa muhtemel a Emerîkayê ser Sûriyê raghand û got: Dînatiya welatên rojavayê ser qezanca terorîstan e û encamên şerê Sûriyê heya niha ji bo welatên rojavayê encameke berûvajî hebûye û bûye sedem mêhwerekê li dijî wan çê bibe.
Buseyna Şeban bal kişand ser hevalbendiya li encama vê mêhwerê, ji wan Rûsiyê, Çîn, Sûriyê, Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Libnanê pêka sala 2013`an got ku tevî hewldana welatên rojavayê ku ji riya gefan hewl didin bighêjin destkewtekê lê serketina nêzîk a Sûriyê, dê muadileyên navçê û cîhanê bi zûtirkê biguhere.
Buseyna Şeban her wiha diyar kir ku Îsraîl yanê handerê sereke yê êrişa Emerîkayê ser Sûriyê, li alûgurên navçê dorandiye û destnîşan kir ku Rejîma Siûdî ji sala 2011`an ve bi Sûriyê re şêr dike, mîna hin rejîmên din di rêza dagirkirên siyonîst de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)