Îranê kiryara têrorîstan a dagîrkirina Xan Tomana Sûriyê şermezar kir
ئێران کردهوهی ترۆریستی لهمهڕ داگیر کرانی خان تومان له سوریای شهرمهزار کرد
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li karên erebî û afrîqayî tevî şermezarkirina kiryara têrorîst û dijberên çekdar li dagîrkirina navçeya Xan Tomanê li bakûrê Sûriyê, got: Li gotûbêjên ligel rayedarên Rûsiyê yek ji mijarên têkildar di navbera Têhran û Moskoyê hokarên binpêkirina agirbesê bû.
Li gorî rapora IRIB News`ê, cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li karên erebî û afrîqayî, Emîrevdillahiyan êvara şemiyê, 7`ê Gulana 2016`an, her viha got: Kiryara hevpar a têrorîst û komên çekdar ên neberpirsiyar ku bi şaşî wek dijberên navînrê tên zanîn û rewşa agirbesê neçê bi kar tînin, isbat dike ku ev tevger bi palpiştiya derveyî li dû dewama kiryarên xwe yên leşkerî ne û tu baweriya wan bi rêkara siyasî tine.
Cîgirê erebî û afrîqayî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Em li ser vê bawerê ne ku rêçareya Sûriyê tenê siyasî ye û gerê ku têrorîst û komên çekdar ên girêdayî bi wan ji aliyê civaka cîhanî va bên şermezarkirin û tepeserkirin heta ku derfetek ji bo pêşketina rêçareya siyasî bê dabînkirin.
جێگری وهزیری دهرهوهی ئێران له کارو باری عهرهبی و ئافریقایی شهرمهزار کردنی کردهوهی تررۆیستان و بهرههڵستکاران له مهڕ داگیر کردنی ناوچهی خان تومان له باکووری سوریا دا ووتی ، له دانووستانهکانی ئهم دواییه لهگهڵ کاربهدهستانی ڕوسیا یهکێ له گرینگترین بابهتهکانی لهبهر سهرنجی تاران و مۆسکۆ لێکدانهوهی هۆکارانی بنپێکردنی ئاگر بر بووه .
به گوێرهی ڕاپۆرتی ههواڵدهری رادیۆ و تهلهفهزیۆن ، ئهمیر عهبدوڵڵاهیان دوێشهو ووتیشی : کردهوهی هاوبهشی ترۆریستان و تاقمهکانی چهکداری نابهرپرس که به ههله ئهوان به بهرههڵستکاری نهرم ونیان دهناسێنن لهمهڕ کهڵکی خراپ وهرگرتن له کهشی ئاگڕ بڕ له سوریا ، دهسهلمێنێت که ئهو ڕهوتانە به پشتگری بیانی به دوای درێژهی کردهوهکانی سهربازین و هیچ بروایهکیان بهڕێگا چارهی سیاسی نییه .
جێگری وهزیری دهرهوهی ئێران له کار و باری عهرهبی و ئافریقایی ووتی : ئێمه بروامان ههیه ڕێکار له سوریا تهنیا سیاسییه و دهبێ ترۆریستان و تاقمه چهکدارهکانی هاوپێوهند لهگهڵ ئهوان له لایهن کۆمهڵگهی جیهانی شهرمهزار وسهرکووت بکرێت تا دهرفهتێک بۆ پێشکهوتنی رێگا چارهی سیاسی دابین بکرێت
(BANGÊ ÎSLÂMİ)