4 filistînî li çaremîn Îniya meşa mezin a Mafê Vegeriyanê şehîd bûn
Berdevkê Wezareta tendurustiyê ya Filistînê êvara Îniyê ragihand: Li çaremîn Îniya meşa mezin a Mafê Vegeriyanê çar filsitînî şehîd bûn û 645 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRNAyê, Eşref El Qedre bi bîr xist ku ev çar filistînî bi gulleyê çekdarên siyonîst şehîd bûn.
Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara 2018an va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bû û hema wisa didome.
Ji 30ê Adarê heta 20ê Nîsanê zêde ji 40 filistînî li vê meşê bi gulleyê çekdarên israîlî şehîd bûne û zêde ji 4000 ksî birîndar bûne.
Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetêîn Rêjîma Siyonîst şermezar kirine.
Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst li warê desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an da bi bîr dixe ku her salê tê lidarxistin.
Rêjîma Israîlê bi desteserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafiyaya navçeyên filsitînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike dfa ku serdestîxwaziya xwe li erdên filistîniyan xurt bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)