Peydakirina gorneka komî li bajarê Reqayê
Komîteya avedankirina bajarê Reqaya Sûriyê li bara keşfkirina bi dehan meytên terorîstan û xelkê sivîl li gorneke komî li vê navçê û meqera berê ya koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê agahî da.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona ya Sky Newsê ya Brîtanyayê, komîta avedankirina bajarê Reqayê roja şemiyê raghand ku ev gorna komî li werzişgeheke fûtbolê, nêzîkî nexweşxaneya DAIŞiyan beriya işkesta li Reqayê li wir bi cih bibûn, hatiye kolandin.
Pêştir jî artêşa Sûriyê du gornên komî li derdora Reqayê bi 200 meytan keşr kiribû.
Koma welatên rojava-erebî li dijî sûrî bi pêşengiya Emerîkayê ji heft salan berî niha bi stratejiya sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Sûriyê bû sedem ku bi dehan hezar terorîstên tundrê ji welatên curbicure cîhanê berê xwe dane vî welatî û ji çek û sîlehên pêşketî-pere û piştgiriyên lêaznînî behre wergirtine.