Nerazîbûnên li dijî bijartina Sirj Serkîsyan serokwezîrê nû yê Ermenistanê îro duşemiyê cardinê li Yêrewana paytexta vî welatî destpê bûn.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Sputnikê, çend komên neraziyan ber bi kolanên Yêrewanê çûne û yek ji meşên nerazîbûnê li ber zanîngeha dewletî ya vî welatî hat li dar xistin.
Neraziyan bêyî amadebûna serokên xwe ku ji aliyê polîsve rojên şemî û yekşemiyê hatine girtin, meşa xwe ya îro destpê kirin.
Di hemen demê de, Wezareta berevaniyê ya Ermenistanê ragahnd ku komek ji eskerên vî welatî tevlî nerazîbûnên li dijî dewletî yên neqanûnî li bajarê Yêrewanê bûne û biryar dane ku dê bi tundî wan ciza bikin.
Pêştir bi sedan eskerên bi kincên fermî ku tevlî neyarên dijberê dwletê bibûn, hatibûn weşandin.
Nerazîbûn ji 13 Nîsanê li Ermenistanê û piştî bijartina Sêrj Serkîsyan wek serokwezîrê vî welatî destpê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)