Beşdariya berfireh a xelkê Yemenê li meşqa mezin a Tifingan
Bi hezaran kes i xelkê Yemenê li bersiva daxwaziya Salih Semad, serokê berê yê Konseya Blind a siyasî ya Yemenê ji bo beşdariya li meşa nasiyar bi Mesîre El-Benadiqê, meşqa mezin a Tifingan îro berêvarê derbasî meydana El-Erûzê ya bajarê Hedîdê bûne.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, beşdarên tifing li dest li vê xwenîşandanê li halekê ku wêneyên Salih Semad bilind kiribûn li dijî Emerîka û Erebistanê slogan avêtin.
Salih Semad serokê berê yê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê pênşemiya buhurî, 26 Nîsanê beriya şehadeta xwe ji xelkê parêzgeha Hedîdê xwestibû ku ji bo rawestana li ber her cure destdirêjiyên hevalbendiya siûdî li pravên rojava Yemenê, xwenîşandanek bi navê meşqa mezin a Tifingan li dar xînin.
Balefirên cengê yên hevalbendiya siûdî nîvroya pêncşemiyê, 26 Nîsanê û çend sietan piştî vexwendina xelkê Hedîdê bo xwenîşandanê, trimbêla hilgirê Salih Semad dan ber êrişan û ew teror kirin.
Kiryara hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li terora Salih Semad, rastî rexneyên tund ên navçeyî û anvneteweyî hatiye.
Li encma şerxwaziyên Erebistan û hevpeymanên wê li Yemenê, bi piştgiriya Emerîkayê, ji Adara 2015an heya niha bi dehan hezar yemenî hatine kuştin an birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)