Wezîrê karên derve yên Îran û Japonyayê li Brûkselê bi hev re gotûbêj kirin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îran û wezîrê karên derve yê Japonyayê duh li Brûkselê li kêleka Konferansa Duyemîn a Yekitiya Ewropayê ya li ser krîza Sûriyê bi hev re rûniştin û ser meselên wekî Lihevkirina Navokî gotûbêj kirin.
Li gor nûçeya IRNA, Wezîrê karên derve yê Japonyayê Taro Kano di vê hevdîtinê de desnîşan kir ku welatê wî herdem piştgirê parastina Lihevkirina Navokî ya navbera Îran û Koma 5+1 bûye û got: Pêwîst e gişt aliyên pêwendîdar û eleqedar ên vê Lihevkirinê divê li ser pêsparteyên xwe bisekinin û peyman û sozên xwe cih bînin.
Wezîrê karên derve yê Japonyayê herwiha anî ziman ku welatê wî bi biryar e ku heya dawiya meha Hezîrana îsal zanyar û muhendisên xwe ji bo alîkariya Îranê li çarçova Lihevkirina Navokî ya navbera Îran û Koma 5+1 bişîne Tehranê.
Taro Kano piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îran Muhemed Cewad Zerîf re li press konferansekê de desnîşan kir ku Amerîka wezîfedar e piştgiriyê bide Lihevkirina Navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1 de .
Lihevkirina Navokî ya di navbera Îran û Koma 5+1 (Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û Almanyayê) de ji Çileya 2016 kete meriyetê, lê belê dewleta Amerîkayê her wek endameke vê lihevkirinê hertim bê sozî kiriye û serokomarê vî welatî Donald Trump ev lihevkirina wekî lihevkirineke bi tirs û xuf daye nasandin û îsrarê dike ku bila cîhan ji vê lihevkirinê derbas bibe, lê welatên din li dij vê helwêsta Trump in.