CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Dewama rewşa heyî bo Lihevkirina Navokî nikare bê tamilkirin

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewama rewşa heyî bona Lihevkirina Atomî çi Amerîka têda bimîne yan jê derkeve, dê nekare were tamilkirin û Îranê tevdîrên taybet kirine.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Ebas Iraqçî roja Duşemiyê li gotûbêja bi nûçegihanan ra li Şaristana Sariyê li bakurê Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê xwe ji bo tevahiya rewşên Lihevkirina Atomî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê bijardeyin girîng pêşbînî kirine.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Di roja 12ê meha Gulanê tevahiya hitmal û çaverêtî bona Lihevkirina Atomî hene û tevahiya berpirsên Komara Îslamî ya îranê li ser bijardeyên cûrbicûr ên piştî derketin an derbneketina Amerîkayê ji vê lihevkirinê yekdeng in.

Başa dön tuşu