FilistînNûçeRojhilatanavin

Çekdarên Rêjîma Siyonîst sê ciwanên filsitînî yên din bi gulleyê şehîd kirin

Li gorî rapora Navenda nûçeyan a Filsitîn El Yewmê, çekdarên Rêjîma Siyonîst ev sê ciwanên filsitînî Yekşemiyê bi şev li başûrê Zîvala Xezeyê li sînorê digel erdên dagirkirî yên Filsitînê bi gulleyê şehîd kirin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst her wiha filsitîniyekî din li vê navçeyê girtin.

Şehîdbûna van sê ciwanên filsitînî bi gulleyê çekdarên Rêjîma Siyonîst li halekî ye ku Wezareta Tendurustiyê ya Filsitînê Şemiyê bi şev ragihan dku hejmara şehîdên filistînî li meşa mezin a Mafê Vegeriyanê gihîştiye 44 kesî û heft hezar filsitînî jî heta niha birîndar bûne.

Ev xwenîşandan ku ji 30ê Adara bihurî va dest pê bûye, ji aliyekî va bibîrxistina dîrokî û agahîder bo raya giştî li bara dagirkervbûna Rêjîma Israîlê bûye û jin aliyekî va pêgiriyek li ser pênase û xuyê Cinayetkarbûnê ya Rêjîma Israîlê ye.

Meşa filistîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst a desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an bi bîr tîne. Meşa ku her salê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu