Ajansa ewlehiya navxweyî ya Siwêdê girtina sê kesan bi tometa pêkanîna kiryarên terorî ragehand.
Ajansê da zanîn ku, ew her sê kes demek bû di bin çavdêriya ewlehiyê de bûn û bi tometa pêkanîna kiryarên terorî hatin girtin.
Di nîsana sala 2017an de welatiyeke Ozbekî li Stokhulmê pêl hejmarek sivîlan kir, di encam de 5 kes hatin kuştin û 14 kesên din birîndar bûn.Sedema wê yekê jî li tevlîbûna Siwêd li nav Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê vegerand.