Kuştina hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li operasyona hêzên yemenî

Li operasyona artêşê û komîteyên gelnî yên Yemenê, hejmarek ji kirgirtiyên siûdî hatin kuştin û gelek xisar li wan ket.
Li gorî rapora roja îniyê ya El-Alamê, nîşangirên hêzên artêşê û komîteên gelanî yên Yemneê, sê eskerên siûdî li Necranê li başûrê rojava Erebistanê kuştin.
Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha sê trimbêlên eskerî yên çek û sîlehên eskerên hevalbendiya desdirêjkirê siûdî li Cîzanê li başûrê rojava Erebistanê îmha kirin.
Di hemen demê de, Li gorî rapora televîayona El-Mesîrê, hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrişa ser meqerên kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Cewfê li bakurê Yemenê, hejmarek ji wan kuştin.
Li gorî vê raporê, her wiha du trimbêlên kirêgirtiyên siûdî bi mûşekên balistîk ên hêêzn yemenî li navça El-Edînê li parêzgeha Îbê ket ber êrişan ku li encama wê hejamerk ji destdirêjkirên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.
Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê jî li bersiva êrişên destdirêjkirane yên Erebistanê, meqerên esker û kirêgirtiyên siûdî didin ber êrişan.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi desdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.