IraqNûçeRojhilatanavin

Selîm Cibûrî: Hilbijartina li Iraqê derîyê derbasbûna nav qonaxa aştî û istiqrarê ye

Serokê parlimana Iraqê hilbijartina li pêşber li vî welatî zemîneya tifaqa hemî komên etnîkî û mezhebî yên gelê Iraqê zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê li hevpeyvîna digel PRESSTV ya Îranê têkildarî girîngîya hilbijartinên parlimana Iraqê û pirsgirêkên têkildarî wê got: Hilbijartinên parlimana Iraqê gellekî girîng in û dikarin bibin zemîneya destpêbûna dewraneke nû ji bo vejîyandina dubare ya welêt.

Serokê parlimana Iraqê herwiha bal kişand ser nearamîyên li Sûrîyê û ketina têrorîstên DAIŞ`ê nav axa Iraqê û got: Em pêrgî gellek pirsgirêkan bûn ji wan têkoşîna dijî têrorîsmê, şerê dijî DAIŞ`ê, demajoya muzakiran û vegera awareyan bo deverên azadkirî lê, dema wê hatîye ku em dewraneke nû destpê bikin ku ev yeka dikare bi rêya jinûveavakirina welêt û pêkanîna aştî û istiqrarê serê xwe bigire.

Serokê meclisa Iraqê têkildarî seredanên xwe bo welatên cînar û Herêma Kurdistanê jî û got: Destpêkê divê bêjim ku seredana min a Herêma Kurdistanê û hevdîtina digel rayedarên kurd nîşana pêbawerîya min li vê yekê ye ku kurd pişkeke gelê Iraqê ne û ji mafên taybet sûdê werdigirin. Em herwiha li dijî her plan û pêşnîyara perçekirina Iraqê ser deverên piçûktir in û heta di vî warî de em ê bi tu kesî ra muzakirê nekin. Seredanên navçeyî jî ji bo çareserkirina qeyranan û wan pevçûnan e ku di van salên dawîyê de pêsîra gelê Iraqê girtin û bilî kuştina hejmareke zêde ya gelê vî welatî gellek çavkanî jî ji nav birin.

Başa dön tuşu