LubnanNûçeRojhilatanavin

Cejna gelê Lubnanê piştî serketina nûnerên bereya berxwedanê

Li gor raporên destpêkê ji Lubnanê, nûnerên berya berxwedanê û hevpeymanên vê bereyê li hilbijartina parlemanî ya vî welatî serketine.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, ji zarê telivîzyona El-Meyadîn, hemû berbijarên lîsta El-Emel û El-Wefa ku lîsteya berxwedana vî welatî ne li 3 navendên başûra Lubnanê serketine.

Hizbullaha Lubnanê û Emel li van hilbijartinan bi lîstekî hevpar ser navê lîsta El-Emel û El-Wefa pişkdarî kiribûn .

Gelê Lubnanê li ser torên civakî fîlmên curbicur ji serketina bereya berxwedana vî welatî danîbûn ku nîşan didin xelk gelekê li vê barê kêyfxweşin.

Nîhad el-Menşûq wezîrê karên hundir yê Lubnanê îro serê sibê li gotûbêjekî telivîzyonî ragihand ku sedî 49.2 ji xelkê vî welatî pişkdariya hilbijartinan kiriye.

Hilbijartina parlemanî ya Lubnanê duh yekşemê birê ket.

li vê hilbijartinê 583 berbijar li çarçîveya 77 lîsteyan xwe kandîd kiribûn ku 128 nûner dê biçine parlemana vî welatî.

Nizama hukmdariya Lubnanê parlemanî ye û parlemana vî welatî dewleta pêşeroja vî welatî kifş dike.

Başa dön tuşu