ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Îranê li ser parastina istiqrar û aramiya li ermenistanê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, pêşwaziya biryara Meclisa Ermenistanê ya bijartina serokwezîrê nû yê vî welatî kir.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRIB News`ê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Ji bo Komara îslamî ya Îranê, her tim aramî, istiqrar û ewlehiya cînaran, ewlewiyeta herî girîng bûye û her wekî hemî caran, amade ye ku peywendiyên xwse yên bi Ermenistanê re di hemî waran de berfireh û kûr bike.

Duşemiyê, 23`ê Nîsanê, Serzh Sargsyan (Sêrj Serkîsiyan), bijareya posta serokwezîrtiya Ermenistanê, hefteyek piştî cihhatina rêforma qanûna bingehîn û guherîna post û navê wî ji serokomartiyê bo serokwezîrtiyê, ji ber nerizamendiyên berfireh dest ji karê xwe berda û îstîfa kir.

Parlimana Ermenistanê li civîna sêşemiya buhurî, Nikol Pashinyan (Nîkol Paşîniyan) wekî serokwezîrê nû yê vî welatî bijart.

Başa dön tuşu