Teqîna terorîstî li Kerkûka Iraqê
Li encama teqîna trimbêleke bombekirî li bajarê Kerkûkê li bakurê Iraqê, herîkêm 5 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê, ev teqîna duh berêvarê li riyeke li Kerkûkê ku dengderên iraqî jê derbas dibûn, qewimî.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê ku beriya hilbijartinên Iraqê gefa cihanîna êrişên terorîstî xwaribû, berpirsiyariya vê êrişê da istûyê xwe.
Ev teqîna terorîstî li halekê qwimî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê, roja şemiyê êrişa endamên DAIŞ`ê ser navendên denggirtinê bêencamkiribûn.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê komê li navçeyên curbicure vî welatî de hene û carnan dest bi operasyonên terorîstî dikin.
Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja şemiyê hat lidarxistin.
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê piştî kutabûna hilbijartinê li daxûyaniyekê spasiya gel, hêzên ewlehiyê, saziyên dewletî û hemî kesên ku lui cihanîna serketî ya hilbijartinên parlemanî yên vî welatî rola xwe hebûne kir.