FilistînÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê tendurustiyê yê Filistînê Cewad Ewd: Hejmara şehîd û birîndaran  li halê zêdebûnê ye

Hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî, eskerên siyonîst herîkêm 50 filistînî bi derba gullan şehîd kirin û zêdetir ji 2000 kes jî birîndar kirin.

 Dewleta Emerîkayê roja duşemiyê li saya  sersariya  rêxistinên  dawakarê mafên mirovan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, balyozxana  xwe ji Telavîvê guhest Qudsê.

Hevgavê vê bûyerê, xelkê Filistînê li Qudsê, kêleka rojavayî ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê, nerazîbûna xwe ji  vê sibê destpê kirin.

Nîşangirên  Rejîma Siyonîstî bi gulleyên  cengê ber bi beşadrên  xwenîaşndana  îro li zîvala  Gazayê gulle avêtin.

Li gorî raporan, eskerên îsraîlî her wiha bi gulleyên  topê   êriş kirin ser xwenîşanderên  filistînî li rojhilata  zîvala Gaazyê.

Cewad Ewd wezîrê tendrustiyê yê Filistînê bi daxûyniyekê ragahnd: Hejmara şehîd û birîndran  li halê zêdebûnê ye.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di twîtera xwe de nivîsî: Hevgavê cinayeta  îro ya rejîma siyonîstî, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê guhestina neqanûnî ya balyozxana  Emerîkayê bo Qudsê cejn û şadiyê  digire û hevpeymanên  wî yên ereb jî raya giştî dixalifînin, îro roja rûreşiyê ye.

Rêxistina Efûya  navneteweyî li raporekê raghand: Tiştê ku li zîvala Gazzyê di rojevê de ye, binpêkirina  qanûnên navneteweyî ye ku bi qasî cinayeteke  cengê ye.

Başa dön tuşu