Xwenîşandana dijî Rejîma Siyonîstî li Newyorkê
Bi sedan kes ji neyarên cinayetên Rejîma Siyonîstî êvara îniyê li meydana Tayms a Menhetena Newyorkê kom bûn û ev cinayetên Rejîma Sironîstî derheq gelê Filistînê mehkûm kirin.
Li gor raporaajjansa nûçan a IRNA`yê, Xwenîşanderên amerîkî êvara duh îniyê li meydana Tayms a Menhetenê li Eyaleta Newyorkê kom bûn û bi diroşmên Filistîn gere ku azad bibe, Cinayetên Rejîma Siyonîstî mehkûm bikin û lebeyîk ya Filistîn, piştevaniya xwe ji gelê Filistînê ragihandin.
Li vê xwenîşandana dijî rejîma siyonîstî ku gelek ji xebatkarên medenî û alîgîrên aşitiyê yên Amerîka hebûn, hinek ji Xaxamên cihû yên dijî siyonîstan jî li gotinên xwe yên li vê civîna dijî siyonîstan , cinayetên rejîma Siyonîstî dijî filistîniyanbi şîdet mehkûm kirin û ji siyonîstan xwestin ku ji erdên dagîrbûyî derkevin û îznê bidin ku gelê Filistînê bizivirin ser axa xwe.
Ev xwenîşandana dijî Rejîma Siyonîstî li halekê li Amerîka birê ket û serokên saziya welatên îslamî jî li civîna xwe ya li Istanbûlê xwestin ku bila komîteyek ji bo lêkolînkirina ser cinayetên Rejîma Siyonîstî dijî filistîniyan pêk were.