Qasimî: Ewrûpa bila garantiyê bide ku dê berjewendiyên Îranê li rêketinnama navokî dabîn bike
Bersdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Ewrûpa di dema mayî de bila garantiyê bide ku dê berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê piştî derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî dabîn bike.
Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB Newsê li beşa dervey sînorî, Behram Qasimî berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna hefteyê tev nûçegîhanên navxweyî û biyanî li bersiva vê pirsê ku gelo bi derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî şîrketên mezin ên ewrûpî bi Îranê re peywendiya xwe qut dikin û xwestekên Îranê bi beşdariya şîrketên biçûk dê were dabînkirin û got: Piştî derketina Emerîkayê rewşereke nû pêk hat û ji ber elaqedarî û viyan û îradeya hemî aliyan ji bo dewama rêketinnama navokî muzakirên li vê barê didomin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara garantiya ewrûpiyan li bara mayîna rêketinnama navokî teqez kir: Gotin têrê nake û tişta ku di pratîkê de cih were giring e.
Behram Qasimî her wiha li bara daxwaziya Rûsiyê ji bo derketina hemî aliyên biyanî ji Sûriyê got: Tu welatek nikare Îranê neçar bike ji Sûriyê derkeve.
Komara Îslamî ya Îarnê welatekî serbixwe ye û mayîna Îranê li Sûriyê ser deweta dewleta qanûnî ya vî welatî û ji bo rawestana li ber terorîzmê bûye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ew kes divê ji Sûriyê derkevin ku bêyî îzna dewleta qanûnî ya vî welatî destdirêjî kirine ser axa Sûriyê û got: Heya dema ku dewleta Sûriyê bixweze Îran dê alîkariyên xwe bidomîne.
Behram Qasimî li bara lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê û dewama hevkariyên aborî yên Têhran-Bexdayê got: Hizûra aborî li Iraqê meseleyeke dûr û dirêj e û bi hilbijartinekê naguhere.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB li bara tawana hin rayedarên Efxansiatnê li bara piştgiriya Îranê ji Talibanê li êrişa ser bajarê Ferahê got: Îran li meselên navxweyî yên tu welatekî mudaxilê nake tevî ku siyaseta Îranê hevkariya zêdetir tev dewleta Efxansitanê ye.
Qasimî bal kişand ser vê yekê ku hin kes hewl didin pirsgirêkên navxweyî yên Efxansiatnê û lawaziya hin saziyên wê bavêjin istûrê kesên di û teqez kir: Îdiayên wisan dixwezin ku peywendiyên baş navbera Îran û Efxansiatnê rastî nakoiyê bînin tevî ku tewsiye li raydarên vî welatî tê kirin ku bila hişyartir bin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara muzakira Emerîka bi Koreya bakurî û helwêsta Îranê jî got: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide aşitî û ewlehiyê li her derî bi taybet nîvgirava Koreyê piştgiriyê dike lê bi micidî radighîne ku Emerîka şirîkeke xatircem û bawerpêkirî nîne û yên ku dixwezin bi vî welatî re muzakirê bikin divê hişyar bin.