Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna bi rojnama Alpapîs a Spanyayê re got: Ger hin qawet hewl bidin ku rêketinnama navokî bi meselên din ve girêdin, dê ev hevhatina ji nav here.
Ebas Iraqçî li hevpeyvîna roja duşemiyê bi rojnama spanyayî ya Alpîsa Spanyayê bal kişand ser şêwirîna Îran û nûnerên ewrûpî yên beşdarê rêketinnama navokî jibo vejiyandina vê hevhetinnamê got: Têhran pirtir ji ya ku li rêketinnama navokî li bara wê li hev kirine, naxwaze.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê îranî yê erkantiya şopandina cihanîna rêketinnama navokî bal kişand ser li xwe mukirhatina sê welatên ewrûpî- Brîtanya-Fransa û Almanyayê li hember rêketinnama navokî û got: Niha dora aliyên ewrûpî ye ku ji bo parastina rêketinnama navokî hewl bidin.
Iraqçî got: Ger aliyên ewrûpî yên rêketinnama navokî li dijî hevhatinê bixwezin meselên ne-navokî mîna mûşekê bi meselên din ve girêdin dê hevhatin ji nav here û dê çareserkirina meselan aloztir bike.
Iraqçî her cure hevhatina teze ya Îranê bi aliyên rêketinnama navokî red kir û got:Çawa dikarin muzakireya li bara meselên din bixin rojevê li halekê ku hevhatina rêketinnama navokî hîn tam cih nehatiye.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê teqez kir: Peyama Îranê zelal e. Ewlewiyet eva ye ku rêketinnama navokî kar bike û ji vir şûnde em dikarin li bara meselên din biaxivin.
Iraqçî li bara mehna dilgiraniya welatên rojava li bara hevkariya ewlehiyê ya Îranê tev Sûriyê ji bo rawestana li ber terorîstan jî got: Hêzên Îranê ser daxwaza dewleta qanûnî ya Şamê li vî welatî ne û em vî karî ne tenê ji bo ewlehiya Îranê, belkî bo hemî navçê dikin.