CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Gelê Îranê ji gefan natirse û mezintir ji tundrêyên Waşîngtonê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gelê Îranê ji gefan natirse û gellek mezintir ji zêdegavên Waşîngtonê ye, got: Îranî li hemî qadên dîrokê serketî bûne.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li hevdîtina nêzik bi komeka werzişkarên Îranê ra xtabî serokomarê Amerîkayê got: Trump! Gelê Îranê dê li hemberî we serketî be.

Bi desthilatdarbûna Donald Trump li Amerîkayê, Waşîngtonê siyasetin diujminanetir li dijî Komara Îslamî ya îranê girtine ber xwe.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê 8ê Gulanê bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY_) mixabiniya xwe ji biryara yekalî ya serokomarê Amerîkayê ragihand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Almanya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê jî wek aliyên îmzekerê Lihevkirina Atomî, pişta vê lihevkirinameya navneteweyî digirin.

Serokê Komara îslamî ya îranê her wiha amaje bi serketinên wezişkarên Komara Îslamî ya Îranê li warên navneteweyî kir û got: Werzişkarên îranî hertim sebeba hêviyê bo gelê mezin ê Îranê bûne.

Başa dön tuşu