McCain li xwe mukir hat ku şerê Iraqê şaş bûye
Sinatorê tunrew ê Emerîkayê John McCain li kiryereke derengmayî, li xwe mukir hat ku şerê sala 2003`an li dijî Iraqê şaş bûye.
Li gorî rapora roja şemiyê ya malpera Polêtîkoyê, John McCain, senatorê tundrê yê Emerîkayê li bîranînên xwe yên ku teze hatine weşandinê, li xwe mukir hatiye ku şerê Iraqê şaştiyek bûye û ew bo hin beşên vî şerî loman li xwe dike.
Li gorî vê raporê, John McCain ku yek ji alîgirên cidî yê şerê Iraqê bû, got: Tenê dikarin şerê Iraqê şaştiyeke mezin bi nav bikin û bê guman ez divê tawana beşek ji şaştiyên xwe bidim.
Vî senatorê tundrê ê emerîkî li xwe mukir hat ku li şerê Iraqê, bi stratejiya bikaranîna hêza eskerî ya zav, em bi ser ketin û min her çiya ku hebû ji wan hêviya posta serokkomariyê fîdayê cihhatina vî karî kir.
Şerê Emerîkayê li dijî Iraqê li sala 2003` an cih hat ku bû sedema sernixûnbûna rejîma Besê. Di hemen demê de Iraq li encama vî şerî rastî şîdet û bêewlehiyê hat.
Rayedarên Iraqê dema derketina bi fermî ya hêzên eskerî yên Emerîkayê ji vî welatî li sala 2001`an raghandin ku ev şera nêzîkî 750 milyar dular û zêde ji 4 hezar û 400 kuştî û 32 hezar birîndarên wê hebûn. Di hemen demê de berpirsên Iraqê hejmara kuştiyên iraqî zêde ji 100 hezar kes raghandin.