ÎranIraqNûçeRojhilatanavin
Xebata firokeyên Silêmaniyê bo Îranê dê bi zûtirkê destpê bibin
Dana Muhemed rêveberê medyayî yê balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Li gorî hevhatina cihhatî firînên navbera bajarê Silêmaniyê bajarên Îranê dê bi zûtirkê destpê bibin.
Li gorî rapora îro sêşemiyê ya Rûdaw`ê, Dana Muhemed rêveberê medyayî yê balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: Şîrketên balefiran ên Îranê ji bo destpêbûna xebatên vê beşê ji meha Hezîranê amade dibin.
Geştên esmanî yên Têhran-Hewlêrê jî 27 Nîsanê piştî derbasbûna heft mehan hat rawestandin û rêwî dikarin her heftiyê du caran ji Têhranê berê xwe bidin Herêma Kurdistana Iraqê.