Wilayetî: Qaweta mûşekî û navçeyî ya Îranê tê parastin

Şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî got: Bi koriya çavê Emerîkayê qaweta mûşekî û navçeyî y Îranê tê parastin û hêza mûşekî ya welêt li warên ku tu sînor û berbendên wan tine ne , tê xurtkirin.
Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, û endamê taxima bilinda Îranî ya çavdêrê rêketina navokî, roja çarşemiyê li civîna hilêxistina gotin û helêwstên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara rêketina navokî li Têhranê, berhemanîn û xebitandina matorên bi hêz ên navokî ji bo gemî û jêrderyayiyên îranî, berhemanîna îzotopa mayînde, berhemanîna UF6 û bikaranîna Kerbunê ji bo xurtkirina hêza navokî ya Îranê bersivek li hember bê soziya Emerîkayê da zanîn û got: Van kiryarên Îranê, tu pirsgirêkê ji rêketina navokî re çê nakin û vê hevhatin binpê nakin.
Trump serokkomarê Amerîka bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 da ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketina îmza kiriye.
Di hemen demê de, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî,çarşemiya buhurî,23 Gulanê, raberkirina garantîkirina rastîn ji aliyê welatên ewrûpî ji bo dabînkirina berjewendiyên aboriyê yên Îranê tevî mudaxila Emerîkayê, nesekinîna wan ser du pîvanên qawetê yanê bernama mûşekî û hizûra navçeyî ya Îranê , garantîkirina kirîan nifta Îranê, garantîkirina bankên ewrûpî li bara wergirtin û dayîna diravên ticareta dewletî û taybetî ya Îranê ji van şertên Îranê ji bo dewama rêketina navokî ya ewrûpî xistin rojevê.
Endamê taxima pilebilind ê îranî yê çavdêriya rêketina navokî her wiha bal kişand ser vê yekê ku armanca Emerîka û welatên rojavayî ji rêketina navokî ji navbirina îqtidara Îranê bû û destnîşan kir: Divê ewrûpî garantiyê bidin ku nifta Îranê dê bikrin û dê pirsgirêkên bankî yên li encama boykotên Emerîkayê çareser dikin.
Wilayetî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka divê ji navçê derkeve û navçê bispêre xwediyên wê yên sereke û got: Tevî hebûna konsûlgeriya herî mezin a Emerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê ku bi armanca parvekirina vî welatî xebatê dike, hemî planên Emerîkayê li navçê işkest xawrine û Îran mînak û pêşengê navçê ye.