ÎranNûçeRojhilatanavin

Di şeva jidayîkbûna pîroz a hezretê îmam Hesenê Mucteba (S) komek ji mamosteyên zimanê û edebiyata farsî û helbestvanan çûn dîtina Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî helbesta farsî di dirêjahiya dîrokê da helbesta “Effî û Mehcûb” da zanîn û destnîşan kir: Têbikoşin ev iffet û pakî hema wisa li helbesta farsî parastî û mayînde be.

Di şeva jidayîkbûna pîroz a hezretê îmam Hesenê Mucteba (S) komek ji mamosteyên zimanê û edebiyata farsî û helbestvanan çûn dîtina Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî, Li vê hevdîtinê Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî gotinçêkirin û tevgersaziya li warê mijarin weke Edalet, Berxwedan û berbelavkirina qenciyên exlaqî ji erk û pêsparityên din ên helbestvanan da zanîn û got: Helbesta farsî hertim tijî ji hikmet û exlaq û li warê afirandin û kûrkirina raman û hêviyê rola xwe hebûye.

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî bal kişande ser hewildan û sermiyandanîna dijberên Înqilabê ji bo jirêderxistina helbestê û meşandina wê ber bi mijarên weke “Nêrîna rûvekî li ramanê, beredayîbûn li li kiryarê, sistiya li warê siyasetê û sersariya lin rûbirûbûna bi dijmina ra” û destnîşan kir: Li hemberî van hewildana divê, “Hikmet, cidîbûn û têkoşîn û rêkûpêkiya li kiryarê, kûrbîniya li ramanê, xurtkirina pênase û têkoşîna li hemberî dijmin” li helbestan berbiçavtir be.

Hezretê Seyyid Îmam Eli Xamineyî her wiha sirûd û strana baş li warê pêkanîna geşatî û tevgerên civakî yên sûdewer gellek bibandor da zanîn û bi bîr xist: Divê derfeta hezkirina xelkê ji helbestê ji bo veguhestina têgehên hewce ji bo civakî bi başî bên bikaranîn.

Başa dön tuşu