Cehangîrî: Serêxwegirtina aboriya berxwedanê daxwaza Nizama Komara Islamiya Îranê ye
Alîkarê ewil ê serokê Komara Islamiya Îranê, got: Serêxwegirtina aboriya ser bingeha berxwedanê daxwaza hemî beşên Nizama Komara Islamiya Îranê ye.
Ishaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Islamiya Îranê bi gotina viya ku pêkutiya rêberê giranqedir ê cîhanê ser pêwîstiya berçavgirtina siyasetên aboriya ser bingeha berxwedanê tenê dewletê nagire ber xwe û got: Siyasetên pêncalî yên aboriya berxwedanê divê li plan, pêngav û karên hemî dezgehên rêvebirina welêt çi yên dewletê û çi yên sivîl bi awayekî cidî bên berçavgirtin.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomartiyê, Cehangîrî, li civîna navenda birêvebirina siyasetên aboriya berxwedanê, pêkutî kir ku serêxwegirtina aboriya berxwedanê daxwaza Nizama Komara Islamiya Îranê ye û got: Divê hemî pêngav û planên sazî û dezgehan bên şopandin jibo ku li bara planên ku pêşiya serêxwegirtina aboriya berxwedanê astengiyan derdixin, venihêrîn pêk bê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)