ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Silêmanî: Alûgurên herêmê ser xêra Komara Islamî ya Îranê pêk hatin

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî got: Roja îro her pêngava ku dijmin li dijî Îranê rake, serketina herî mezin ser xêra Komara Islamî ya Îranê ji vê pêngavê hasil dibe.

Serdar Qasim Silêmanî şeva buhurî li merasimekê li bajarê Kirmanê li başûra Îranê bal kişand ser alûgurên rojavaya Asyayê û got: Hilbijartinên Libnanê di rewşekê de hatin lidarxistin ku her kesî Hizbulah bi destwerdana li karên welêt tawanbar dikir lê roja îro bi lidarxistina hilbijartinan, Hizbulah ji partîyeke berxwedêr veguherîye dewleteke berxwedêr.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha bi gotina vîya ku li Iraqê jî encama hilbijartinan ev derket ku dewleta herî nêzîkî hikûmeta Islamî ya Îraên pêk hatîye, dîyar kir: Dilnîya bin ku serketin a gelê islamî û islama resen e û roja îro hemî azadîxwazên cîhanê hêvîya wan li Komara Islamî ya Îranê ye.

Başa dön tuşu