Erdhejeke 6.1 rîşterî li parêzgeha Osakayê li Japonyayê qewimî ku li encama wê 2 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora televîzyona NHK a Japonyayê, vê sibê erdhejê xêncî parêzgeha Osakayê, parêzgehên Hiyogo, Kiyoto, Şîga û Narayê liJaponyayê jî hejand.
Li gorî vê raporê, tu hişyriyeke Sonamiyê nehatiye dayîn.
Iliktrîka hin navçên parêzgeha Osakayê qut bûye.
Berpirsên parêzgeha cînarê Fokoyî jî gotin ku tu babeteke ne-normal li xebata 15 rekatorên navokî yên vê parêzgehê nehatiye raghandin.