Serleşker Hatemî: Armanca Emerîkayê lihevxistina sînorên cuxrafiyayî yên navçeyê ye
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bi raghandina vê yekê ku îro rojê du planên pir giringe cuxrafiyayî ji aliyê emerîkiyan li navçê li halê cihhatinê ye û got: Armanca wan lihevxistina sînorên cuxrafiyayî yên navçeyê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, serleşker Emîr Hatemî, roja pêncşemiyê li 13` mîn kongira cuxrafiyyaî ya Îranê bi beşadriya Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokkomar li Têhranê hûrgiliyên du planên Emerîkayê li navçê xistin rojevê.
Sertîp Hatemî li vê kongirê yek ji planên dijminan “ lihevxistina sînorên cuxrafiyayî “raghand û got: Sîstema Sayks Pîkoyê , sîstemeke li gor zîhniyeta rojavayî, firsendxwazî, berjewendîxwazî û kolonyalîstî bû ku ser navçê hat sepandin.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku sîstema sepandî ya Emerîkayê li navçê, rênivîseke nemaqûl, paşdemayî, quldirane û tekcemserî bi serdestîxwziya Emerîkayê ye û destnîşan kir: Êş û kulên xelkê navçê berhema van bîr û hizr û nirxandinên şaş ên wan e.
Hatemî, parvekrinên cuxrafiyayî ji planên din ên Emerîkayê li navçê da zanîn û bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji 100 salan, rastî pirsgirlkên parvekirinên cuxrafiyayî yên kolonyalîstî bûye û got :Niha dijmin dixwezin ku hema vê riyê bişopînin ku bêguman şaş e û dê neghêje encamê û dê nebe sedema ewlehiya li navçê.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku hin welatên navçê wer dizanin ku li emerîkiyan nêzîltir in û fikri dikin ku dê ji dûhatên lihexistina sînoran ewleh bimînin û destnîşan kir: Dijmin ji bo cîxistina kedxwaziyê hevcedarê bûkkirina welatên navçê ne û vî karî li çarçoveya van planan dişopînin.