Kuştina sê kesên sivîl li encama êrişên bi hawanê yên terorîstan ser başûrê Sûriyê
Li encama êrişên hawanê yên komên terorîstî ser bajarê Suweydayê li başûrê Sûriyê û gundên derdora wê, herî kêm 3 xelkê sivîl hatin kuştin û du kesên din jî buirîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên nûçan ên sûrî roja îniyê raghandin ku navçên xelknişîn ên bajarê Suweydayê û derdora vî bajarî roja înê ketin ber êrişên hawanê yên terorîstên ser bi bereya El-Nusreyê.
Terorîstên bicihbûyî li hin gundan û bajarokên li rojhilata parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê,sê hawan ber bi taxa El-Nehzeyê ya bajarê Suweydayê avêtin ku li encama wê sê kesên sivîl hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn û gelek xisar jî li mal û milkên xelkê navçê ket.
Terorîstên ser bi bereya El-Nusre her wiha dest bi gulleavêtina ser gundên Heran, Duwyre û Lebînê li derdora bajarê Suweyda kirin.
Terorîstên bereya El-Nusre li rojhilata parêzgeha Derayê roja çarşemiyê jî çend hawan ber bi navçên xelknişîn ên bajarê Suweydatyê û gundên El-Mecmîrê, Lebînê û Duwîrê li rojava vî bajarî avêtin û gelek xisaret li hinek mal û trimbêklên kesane yên xelkê xistin.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.