Amoliyê Larîcanî : Mafê mirovan bûye darê destê hinekan ji bo anîna zorê ser welatan
Serokê saziya dadweriya Îranê got: Dijmin û bi taybet welatên deshilatxwaz ji wan Amerîka ku dosiya wan li bara mafê mirovan reş e, mafê mirovan ji xwe re kirine darê destan bona anîna zora ser Îranê û hin welatên din.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê saziya dadweriya Îranê şemê şev û hevçaxî hefteya saziya dadweriyê li axivtina xwe ya televîzyonî ji bo gelê Îranê, siyaset û xebatên saziya dadweriyê şirove kirin.
Wî got: Çaxê saziyên Navnetewî yên mafê mirovan nûçeyên xwe ji grûpeke cinayetkar û gendel wekî munafiqîn werdigirin, çi hêviyek heye ku ew bikaribin li bara parametrên mafê mirovan li Îranê biaxivin .
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî bal kişande ser viya ku me û welatên rojavayî li ser babetên wekî mirov û mafê mirovan behsên bi xîm û binyat hene û got: Ew tawanên ku li dij Komara îslamî ya Îranê û bi taybet li dij saziya dadweriya welêt têxin rojevê şaş û nedirust in.
Serokê saziya dadweriya Îranê li dewama gotinên xwe bi rexnekirina hin saziyên navnetewî ji wan Rêxistina Netewên Yekgirtî ku li pişka mafê mirovan ji welatên serdestxwaz bi taybet Amerîkayê peyrewiyê dikin destnîşan kir: Ev welatana ku bi xwe cinayetên herî mezin li navçê û derve ji navçê cih tînin, Komara îslamî ya Îranê bi binpêkirina heq û mafê mirovan tawanbar dikin ku eva nayê tamilkirin.
Wî bal kişande ser cinayetên dijî filistîniyan li erdên dagîrbûyî ji aliyê Rejîma Siyonîstî, zolma derheq misilmanên Behrêyînê, destdirêjiya ser xelkê bêberevane Yemenê û herwisa cinayetên Amerîka li Iraq û Efxanistanê û li dehekên bihurî li Viyetnamê destnîşan kir: Ciyê ecêbatiyê ye ku Amerîka û hinek ji welatên serdestxwaze rojavayî Îranê bi binpêkirina heq û mafê mirov tawanbar dikin.
Serokê saziya dadweriya Îranê bal kişande ser siyaseta dijî mirovaneye Amerîka ku zarokan bi darê zorê ji dê û bavên wan ên muhacir û penaber cuda dikin û destnîşan kir: Pêwîste ku agehdariyeke giştî ji rewşa heq û mafê mirvoan li cîhanê cih were ta ku welatên zorbêj bisaya desthilata xwe ya medyayî nekaribin bîrûraya giştî ya xelkê cîhanê bixalifînin.