Hevdîtina Cabêriyê Ensarî tev alîkarê wezîrê karên derve ya Sûriyê li Têhranê
Alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî û alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê roja duşemiyê li Têhranê hevdîtin û gotûbêj kirin.
Husêyn Cabêriyê Ensarî û Feysel Miqdad, alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî û alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li vê hevdîtinê ku li çarçoveya civînên komîta siyasî ya hevpar ên du welatan hat lidarxistin, dawîn rewşa peywendiyên dualî û alûgirên siyasî û meydanî yên Sûriyê hilkolandin.
Husêyn Cabêriyê Ensarî û Feysel Miqdad, her wiha li bara dawîn alûgurên têkildarî qanûna bingehîn a Sûriyê, civîna gotûbêja neteweyî ya Sûçiyê û encamên gotûbêjên heftiya buhurî ya muzakirekirên pilebilind ên sê welatên garantorê pêvajoya Astanê(Îran, Tirkiye û Rûsiye) û Îstefan Dêmîstora, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li krûbarên Sûriyê kuli Jinêvê hat lidarxistin, şêwirîn û gotûbêj kirin.
Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ku sefera Têhranê kiriye, beriya vê hevdîtinê tev Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, hevdîtin û gotûbêj kiribû.