Wilayetî: Li gotûbêja bi Pûtîn re hevkariyên navçeyî yên Îran û Rûsiyê hatin tesbîtkirin
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, îniyê şevê li gotûbêja bi pişka nûçên saet 21`ê ya ya kanala yekê ya televîayona Îranê re, hevdîtina xwe ya vê dawiyê tev Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê, kêrhatî nirxand û got: Li vê hevdîtinê, hevkariyên navçeyî yên Îran û Rûsiyê hat tesbîtkirin.
Elî Ekber Wilayetî, roja Çarşemiyê bi taximeke pilebilind re gihêşt Moskoya paytexta Rûsiyê. Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, roja pêncşemiyê li Moskowayê tev Viladîmîr Pûtîn, hevdîtin pêk anî û peyama devkî ya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û peyama nivîskî ya Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê radestî wî kir.
Li gorî rapora Fars News`ê, Wilayetî bal kişand ser dengoyên ku dijminên hevkariya navçeyî ya Rûsiyê tev mêhwera berxwedanê gurr dikirin ku Rûsiye dijberê hizûra Îranê li Sûriyê ye an Îran divê ji Sûriyê here li halekî ku serokkomarê Rûsiyê daxwaza hevkariyên berevaniyê yên Îran û Rûsiyê li bara Sûriyê kir.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, li karûbarên navneteweyî her wiha got: Dê bi zûtirkê serokkomarên Rûsiyê û Tirkiyê dê herin Têhranê û tev serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara qeyrana Sûriyê bişêwirin.
Wilayetî her wiha bal kişand ser hevkariyên Îran û Rûsiyê li warê deryaya Xezerê û got: Têhran û Moskowa dijberê hizûra emerîkî, Rêxistina NATO`yê an her aliyekî din li navça Xezerê ne.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, her wiha got: Dê bi zûtirkê serokkomarên pênc welatên derdora deryaya Xezerê li Astaneya paytexta Qezaqistanê li hev dicivin da ku peymanên ku pênc welatan pê razî ne, îzme bikin.