Muhemed Nasir Şerab, nûciwanê filistînî ku li şanzdehemîn xwenîşandana mafê vegerê li başûrê zîvala Gazayê birîndar bibû, îro şehîd bû
Nûgîhayekî filistînî ku li şanzdehemîn xwenîşandana mafê vegerê li başûrê zîvala Gazayê birîndar bibû, îro Şemiyê ji ber giranbûna birînên xwe şehîd bû.
Li gorî ragihandina Filistînê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê ragihand ku Muhemed Nasir Şerab, nûciwanê filistînî ku li xwenîşandana vegerê ya roja îniyê li rojhilata Xan Yûnisê li başûrê zîvala Gazayê şehîd bû ku bi şehadeta vî ciwanê filistînî, hejmara şehîdan gihêşt du kesan.
Bi şehadeta vî nûgîhayê filistînî, hejmara şehîdên xwenîşandana Mafê Vegerê ji 30ê Adara buhurî, heya niha gihêşt 146 kesî û nêzîkî 16 hezar kesên din jî li vê xwenîşandanê birîndar bûn ku halê deh kes ji wan xirab e.
Siyonîstan li heftiyên buhurî dixwestin ku bi xopana gundê Xan Ehmerê li Kêleka Rojava ya Çemê Urdinê, bajarokên siyonîstî li vê navçeyê berfireh bikin.
Meşa bi aşitî ya Mafê Vegerê ji 30ê Adarê ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gazayê û erdên dagirbûyî destpê bûye û tim didome.