NûçeRojhilatanavinSûriye
100 hezar awareyên sûrî vegeryan Xûteya rojhilatê

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê li bara vegeryana 100 hezar awareyên sûrî bo Xûteya rojhilat agahî da ku vê dawiyê ji destê terorîstan hatiye azadkirin.
Li gorî rapora IRNAyê,li gorî rapora navenda peanerên sûrî ser bi wezareta berevaniyê Rûsiyê li Sûriyê, kesên hanê ji ber dewama cengê li Xûteya rojhilatê neçar mabûn terka vê navçê bikin.
Artêşa Sûriyê destpêka Avrêla buhurî karî ku hemî bajêr û bajarokên Xûteya rojhilata Şamê bixe bin kontrola xwe. Li vê operasyonê bi sedan kes ji terorîstan hatin kuştin. Her wiha ewlehiya derketina bi dehan hezar xelkê sivîl ku komên terorîstî wan weke mertala însanî bikar dianîn, ji aliyê artêşê ve hat dabînkirin.