Êrişa hewayî ya balefirên cengê yên hevalebndiya siûdî ser Hudeyda Yemenê
Çavkaniyeke ser bi Wezareta berevaniyê ya Yemenê li bara 14 êrişên hewayî yên hevalbendiya bi serkirdetiya Alê Siûd ser parêzgeha Hudeydê li rojava Yemenê agahî da.
Li gorî rapora roja îniyê ya Sputnik`ê, balefirên cengê yên hevalbendiya siûdî sê caran êriş kirin ser El-Zeydê, sê caran ser El-Derîhmî û sê caran jî ser Zubeydê li parzêgeha Hudeyda Yemenê.
Li êrişa balefirên hevalbendiya siûdî ser navenda polîs li taxa El-Tehrîrê li bajarê Hudeydê, xisar li navenda polîs û malên derdora wê ket.
Li gorî gotina vê çavkaniya eskerî ya yemenî, balefirên cengê yên siûdî bi firîna berfireh ser esmanê Hudeydê, navça El-Haliyê jî dan ber êrişan.
Artêşa Erebistanê navçên xelknişîn li navça Şedayê li sînorê vî welatî bi Yemenê re li parêzgeha Sedê da ber êrişên topxaneyî û mûşekî.
Balefiên hevalebdniya siûdî-emerîkî her wiha navça Qareyê li parêzgeha Sedeyê bombebaran kirin.
Ev êriş li halekê didomin ku Rejîma Siûdî û hevpeymanên wê heya niha ji ber berxwedana xelkê Yemenê nekarîne bighêjin tu yek ji aramncên xwe li vî welatî.